Rûsya: Mafên Kurd li Sûriyê li ber çav digirin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji K24ê re ragihand, Rûsya amade ye mafên Kurd li Sûriyeya nû li berçav bigire.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji K24ê re ragihand, Rûsya amade ye mafên Kurd li Sûriyeya nû li berçav bigire.

Di bersiva pirseke K24ê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsya bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mikhail Bogdanov ragihand, pêwîst e pêwendî bê nûkirin û şêwir bi nûnerên Kurd ên di rêxistinên cuda de bê kirin.

Ragihand jî: Em ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê, bi berçavgirtina mafên yasayî yên Kurd li wî welatî amade ne hevaheng û hevkar bin.

Pêşeroja Kurdên Rojavayê Kurdistanê heta niha ne diyar e, Tirkiye red dike Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rojavayê li ser sînorê wê be, helwesteke zelal ya hikûmeta Sûriyê jî li hember Kurd nîn e. Lê Serokê Amerîka Donald Trump dilniyabûnê dide û êrîşa ser Kurdên Sûriyê bi xeta sor dizane.

 

 

S. B