Çekdarên dijberîya Sûriyê di dû rojan de bêtir ji 1000 malbat li 'Efrînê bicih kirîn e

Çekdarên dijberîya Sûriyê di dema dû rojan de bêtir ji 1000 malbat ji Îdilb û Helebê li bajarê 'Efrînê bicih kirin.

K24- Hewlêr

Çekdarên dijberîya Sûriyê di dema dû rojan de  bêtir ji 1000 malbat ji  Îdilb û Helebê li bajarê 'Efrînê bicih kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li 'Efrînê belavkirîye, ku li gel tundibûna asta şer li bakurê rojavyê Sûriyê û girtina sînor ji alîyê Tirkyê ve, hejmara koçberan ji gundewarê Îdilbê û Heleb bo 'Efrînê jî zêde dibe. Li gor wê rêxistnê, di herdû rojên bûrî de, çekdarên dijberêya Sûriyê bêtir ji 360 malbat  li bajarokê Îbilblê bicihkirin e, herweha  bêtir ji 400 malbat li Şeran û nêzîkî 280 malbat  li Mabata bichkirîn e.

Wê rêxistnê belav kirîye, ku mebest ji  bicihkirina wan malbatan li 'Efrînê guhertina demografîya deverê ye  û ew gava Tirkiyê û çekdarên dijberya Sûriyê, gefê li ser hebûna Kurd li wê navçeyê çêdike.