Erdogan bi serdana Amerîkayê çi bidest xist?

Li Tirkiyeyê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bo Amerîkayê û hevdîtina wî ya li gel Trump ji alîyê pispor û sîyasetmedaran ve tê nirxandin. Li gorî beşekî pisporan Enqere her çiqas bi encamekê berbiçav ji Wasingtonê venegerîyabe jî ji bo başbûna peywendîyên her du welatan ev serdan serkeftinekê dîplomatîk e. Lê belê hin alî û sîyasetmedar jî dibêjin ku Erdogan destvala ji Amerîkayê vegerîyaye û xwestîye ku şerê li dijî Rojava da piştgirî bidest bixe, lê belê ev yek pêk nehatîye.

K24- Enqere

Karvedanên serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bo Amerîkayê û hevdîtina wî ya bi Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump ra didomin. Her du serkirde piştî hevdîtinên dualî û şandeyan civîna rojnamegerîyê lidar xistin. Di rojeva hevdîtinan da mijara sereke rewşa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê bû. Li gel vê yekê alozîya S-400 û F-35an ku yek ji mijarên herî aloz ya navbera her du welatan e, mijara Pêşnûmaya Jenosîda Ermenan, îadeya Fetullah Gulen û peywendîyên dualî û bazirganîyê ebûn.

Li gorî hin pisporên Tirkiyeyê, her çiqas Enqere bi vê serdanê encamekê berbiçav bidest nexistibe jî ji bo pêşerojê başbûna peywendîyên her du welatan ev pêngava dîplomatîk serkeftina Enqereyê ye.

Prof.Dr.Huseyîn Bagci (akademîsyenê Zankoya ODTU'yê) dibêje:"Jixwe serdanên wiha mizakere nîn in bes bo danûstandinan e. Di press konferansê da me dît ku her du alî jî dev ji helwestên xwe yên heyî bernedane. Yanê di mijarên îxtîlaf da lihevkirinekê pêk nehat. Lê belê ji bo ku dolar ranebû û pêşnûmaya Ermenan hate rawestandin ji bo Enqereyê ev serkeftinekê ye. Her wiha di peywendîyên Tirkiye û Amerîkayê da xweşbîniyekê jî dixuye."

Li alîyê din berdevkê HDPê Gunay Kubîlay jî dide zanîn ku Erdogan ji Amerîkayê destvala vegerîyaye û îdia dike ku Erdogan ji bo ku sûcên şerî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê da ji xwe meşrûîyetê bigere li gel Trump civîyaye.

Gunay Kubîlay (berdevkê HDPê) got:"Erdogan ji bo ku hiqûqa navdewletî binpê kirîye hewl da ku bi hevdîtina Trump ra vê yekê meşrû bike. Lê dema em li daxuyanîyan dinêrin em dibînin ku Erdogan ji serdana Amerîkayê destvala vegerîyaye. Erdogan bi nêrînekê bazirganîyê çû serdana Amerîkayê kir. Yanê Erdogan xwest ku bi vê serdanê ji Amerîkayê ra bibêje ku me li Rojava karekî nerewa nekirîye. Lê belê kes jê nebawer e."

Li alîyê din Erdogan carekê din plana Tirkiyeyê ya avakirina Navçeya Aram anî ziman û daxwaza piştgirîyê kir, lê belê li gorî analîstan Enqere ji vê yekê jî negihîşt miradê xwe.