Serok Barzanî Em rê nadîn careke din xwîna Kurdan bi destê Kurdan bihêt rijtin

Serok Barzanî serdan devera Balekayetî kir û li gel kesatîyên wê deverê civîya.

K24- Çoman

Serok Barzanî serdan devera Balekayetî kir û li gel kesatîyên wê deverê civîya.

Evro li Çomanê, serok Barzanî li gel kesatî,  mamostayên olî û Pêşmerge yên Şorişa Eylonê Civîya û dûv re jî gotarek pêşkeş kir. Di wê gotarê de serok Barzanî supasîya xelkê deverê kir bo wê xwergairî ya wan û qurabnîyên wan dayîn bo şorişê. Got jî devra Balekayetî, pêgeha Şorişa Îlonê bû. Ew şorişa rêberî ya Bizava Rizgarîxwaza gelê Kurd kirî.

Di pişkeke din a gotara xwe de, serok Barzanî behsa rewşa deverên sinûrî kir û dilgiranîya xwe jî nîşan da û ragehand: Rê nadin careka din xwînê Kurdan bi destên Kurdan were rijtin.

Serok Barzanî derbarê xizmetkirina xelkê got: Di ayîndeke nêzîk de, divê bernameyeke rêkûpêk bo evê deverê were danan û hikumeta Herêmê xizmetguzarîyeke baştir pêşkeşî evê deverê bike.

Got jî: Min pê xweşe ku hûn bi xwe li gel Qaymeqam û rihsipîyên deverê, ew xizmetguzarîyên ku berahîtirin bo hewe,  destnîşan bikin daku karek cidî li ser bikîn. Divê gelek xizmeta evê deverê bihêt kirin û pêwîste qerebûya zehemtîyên evê deverê bi xizmetguzarîyan were kirin.

Di dawîya axivtinê xwe de, serok Barzanî got: Ez xweşhalim ku careke din delîve durist bû bihêm xizmeta we û cejna we pîroz bikim. Em nîgeranîn ji rewşa nehewar ewa li ser sinûr durist bûye, hinek caran topbaran û burdûmanên Îranê û Tirkiyê  heye, lê eger behane nehêt dan, ne topabaran û ne burdûman dê heb. Lew divê ev rewş bihît çareserkirin bi awayekê ku xelkê evê deverê êdî baca evê rewşê nede. Em mijûlê wê çareserîyê ne bi awayek ku nabe careke din xwîna Kurdan bi destên Kurdan bihêt rijtin, lê divê rewşa Herêmê li ber çaqvan bihêt girtin, ji bo ku herêm  tenê cihe ku cihê ûmêda xelkê be û eger ev ûmêd jî nema her tişt temam dibe.