Agir bi dexlûdanê çendîn gundên din, li rojavayê Kurdistanê ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Agir bi dexlûdanê cotyarên çend gundên rojavayê Kurdistanê ket.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, îro agir bi dexlûdanê cotyarên gundê Girbawî yê Qamişlo û gundê 'Abre li nahiya Çilaxe, û zeviyên gundê Rimêla Şêx li başûrê bajarokê Çilaxe ket.
Nûçegîhanê Kurdistan24 da zanîn, ku xelkên wan gundan bi karînên xwe hewla vemirandina agir dan, û nayê zanîn ku heta niha çend donim şewitîn e.
Desteya çandinî û aboriyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, ku gujmê ziyanan heta niha 19 milyar lêreyên Sûrî ye.
C.B