Amerîka bi egera bikaranîna çekê kîmawî hişyarî da rêjîma Sûriyê

Amerîka derbarê bikaranîna rêjima Sûriyê ji çekên kîmawî li bakur û rojavayê Sûriyê (Idlib), hişyariyê dide û dibêje, dê bersiveke guncaw ji re hebe.

K24 – Navenda Nûçeyanç

Amerîka derbarê bikaranîna rêjima Sûriyê ji çekên kîmawî li bakur û rojavayê Sûriyê (Idlib), hişyariyê dide û dibêje, dê bersiveke guncaw ji re hebe.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ragihand, nîşan hene ku roja 19ê vê mehê di êrîşeke li bakurê Sûriyê de gaza Klorê hatibe bikaranîn, heger ew piştrast bibin ku artêşa Sûriyê ew êrîş bi çekên qedexe kiriye, Amerîka û hevalbendên wê dê bersiveke bilez û guncaw bidin.

Morgan Ortagus got, êrîşa bi gaza Klorê di çarçova operasyona artêşa Sûriyê li bakur û rojavayê Sûriyê de hatiye kirin, ku rêjîma Sûriyê agirbest jî binpê kiriye.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka ew êrîş bi tevliheviya rewşê binav kir û hişyarî da rêjîma Sûriyê ku êrîşên xwe li bakur û rojavayê Sûriyê rawestî ne.

Ji roja 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li ser “herêma bêçek” li gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê kiriye û di encamê de heta niha zêdetir ji 517 kesî canê xwe jidest daye û zêdetir ji 200 hezar kes jî koçber bûne.

 

S. B