Li 8 gundên Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Navçeyên Nisêbîn û Omeryan yên Merdînê operasyona leşkerî berdewam dike û li 8 gundan derketina derve hat qedexekirin.
Artêşe Tirkiyê ku hefteyek e operasyona leşkerî li navçeyên Nesêbîn û Omeryan didomîne, qedexeya li ser 8 gundan bi serdagirtina malan berdewam dike.
Hate ragihandin, operasyon bi hevkariya hêzên esmanî berdewam dike û agir bi daristanan ketiye û hate li nav bax û xaniyên gundên qedexe kirî jî berbelav bûye.
Gundiyên wan 8 gundên qedexe li ser hatiye spandin dibêjin, tiştê bi ser wan tê kirin kes nabîhîse, leşker dergehan dişkînin û dikevin nav malan û zarok û xêzanên wan ditirsînin.
Di çarçeveya operasyonê de ji bilî wan gundên qedexekirî, li çend deverên Tizyan ya Navçeya Artuxluyê jî qedexeya derketina derve hatiye sepandin.
S. B