Mesrûr Barzanî û şandeka Yekêtîya Jûra Bazirganîya Emerîkayê civîyan

Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna kabîne ya nû ya hikmeta Herêma Kurdistanê, evro pêşwazî kir ji şandeka Yekêtîya Jûra Bazirganî ya Emerîkayê bi serokatîya Stîv Lotes, cêgirê serokê Jûra Bazirganî ya Emerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna kabîne ya nû ya hikmeta Herêma Kurdistanê, evro pêşwazî kir ji şandeka Yekêtîya Jûra Bazirganî ya Emerîkayê bi serokatîya Stîv Lotes, cêgirê serokê Jûra Bazirganî ya Emerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn.

Mesrûr Barzanî xweşhalîya xwe nîşan da bi hatina wê şanda berfireha kompanîyayên Emerîkayê û bi amajeyek dana bo pêşxistina peywendyên abûrî di navbera herû alîyan de.

Raspartîyê pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser zemîneya hejî ya Herêma Kurdistanê bo weberhînanê û ragehand ku bernameya serkîya Kabîneya dahatî ya Herêmê rakêşana weberhênerên derveye bo Herêma Kurdistanê bi awayek zêdetir û bêguman kompanîyayên Emerîkayê jî dikarin mifayê ji delîve û mercên abûrî wergirin li Herêma Kurdistanê.

Herweha amaje bi wê yekê jî da, ku ev destpêka pêngavên kirdarîye ya kabîneya dahtî ye daku abûrya Herîma Kurdistanê firê jêder be û tenê pişta xwe bi kerta petrolê ne girê de.

Ji alîyê xwe ve serokê şandê, ji bilî ûmêd xwaztinê bo serkevtina Mesrûr Barzanî di seroaktî kabîneya dahatî de, tekez li ser vîyana Yekêtîya  Jûra Bazirganîya Emerîkayê kir li handan kompanîyaên Emerîkayî bo karkirin û weberhînanê li Herêma Kurdistanê.

 Di nava axivtinan de ronahî xistin ser giringîdanê bi weberhînanê di bwarên cûda de, nemae jî pêşxistina Kerta çandinê li Herêmê û weberhînanê li kertên saxlemî, teknelojîya, pîşesazî , pêşxistina sîstema darayîya û kerta perwerde li Herêmê.