Kujerê malbata Rojavayî bi îdamê hat siza dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Kujerê malbata ji Rojavayê Kurdistanê, ku ji dayik, bav û sê zarokan pêkdihat, di destpêka meha Cotmeha îsal de li gundê Pîrereş ê Hewlêrê kuşt, bi îdamê hat siza dan.
Kujerê bi navê Ferîdûn Kerîm Remezan, rojekê piştî tewana xwe ji alî Asayişa Herêma Kurdistanê ve hatibû girtin û li tewana xwe mûkir hatibû.
Ligor proseya yasayî tometbar di nav 10 rojan de dikare bertekê nîşanî biryarê bide, piştî wê ew ferman diçe ber destê Serokê herêma Kurdistanê. Biryar a Serokê herêma Kurdistanê piştî vajo kirinê, tê cîbicî kirin.
C.B