Gef derkirinê ji xelkê sê gund ên Kerkûkê dihê kirin
K24- Kerkûk
Li Kerkûkê bi bîyanû ya nêzîkî yan li kompanîya ya Neft a Bakûr, gef a derkirin û herifandinê ji sê gundan dihê kirin li Kerkûkê, ew sê gund jî her yek ji Bacwan, Hencîre û Çuplîce ye û nêzîkî hezar malbat ên Kurd têde dijîn. Hevwelatî yên wan gundan dibêjin: wan li ser ax a xwe xanî yên xwe duristkirine û pişkek ji zevî yên wan jî ji alîyê kompanya ya navhatî, hatîye dagîrkirin.
Herçende ew xelk ên rese ên deverê ne,lê li jêr givaş a hêz ên asayîşî gef li wan hatîye kirin û ji alîyê dadgeh a Kerkûkê hatîne gazîkirin.
Necîbe Mehemed, jinek a Kurd a wan gundaye, dibêje: zêdetir ji 50 salaye, Em dihêyîn aware û koçberkirin. Heya kengê weha reftarê li gel Me bikin, Kurdan çi kirîye.
Şaxewan hevwelatîyek ê wan gundane û pişikdarî kirîye di gelek şerr ên li dijî Daişê de û nehêlye bajar ê wan bihê dagîrkirin, lê niha wek tawanbarekî ji alîyê dadgehê dihê gazîkirin.