Mesrûr Barzanî: Karê me yê sereke rûbirûbûna gendeliyê encamdana çaksaziyê ye

Piştî sûndxwarina endamên pêkhateya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de hêlên giştî ya karê kabîneya nû diyar kir û ragihand, karê me yê sereke rûbirûbûna gendiliyê û encamdana çaksaziyê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî sûndxwarina endamên pêkhateya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de hêlên giştî ya karê kabîneya nû diyar kir û ragihand, karê me yê sereke rûbirûbûna gendiliyê û encamdana çaksaziyê dibe.

Di destpêka gotarê de, Mesrûr Barzanî got: “Xwe bi xweşhal û bextewer dizanim ku îro ligel hevkarên xwe li pêş vê Parlemana birêz ku destkefta xebata û qurbanîdana gelê me ye, bawerî bi me hat dan û me sûnda yasayî xwend.”

Herwiha got: “Îro bi saya xwîna şehîd û têkoşerên Pêşmerge yên qehreman û xweragiriya gelê me, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jidayik bû, ku belgeyeke din a îradeya siyasî ya hêzên Kurdistana me ye.”

Mesrûr Barzanî spasî xelkê Kurdistanê kir û herwiha spasî arasteyî Serok Barzanî û Serokwezîrê Kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.Herwiha spasiya Parlemanê û tevahiya parlemanteran kir, ku bawerî da wî, Cîgirê Serokwezîr û wezîran.

Mesrûr Barzanî ragihand, di kabîneya nû de hewl didin di asta hêviyên xelkê de bin û hêla sereke ya kabîneyê, xizmetkirina xelkê dibe. Li gor rapirsiyan, daxwaza piraniya welatiyan rûbirûbûna gelendiyê ye, karê me yê sereke rûbirûbûna gendeliyê û encamdana çaksaziyê dibe.

Ragihand jî, hemû wezîr divê ecinde û karnameya hikûmetê bicih bikin û rê nadin ti wezîrek ji derveyî hikûmetê kar bike.

Di beşeke din de got: “Me hikûmet ku bi çendîn milyar Dolar qerzar e wergirt. Divê welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bizanin ku beşa mezin a van qerzan dikeve stûyê Hikûmeta Federal a Iraqê, ji ber wê beşa budceyê neşand, ku ew jî mûçe mafê welatiyên Herêmê ne. Ev rewşa darayî di destpêkê de kabîneya me rastî rewşeke darayî ya dijwar dike, lê hewl didin li gor karnemaya me, vê rewşê derbas bikin.

Amaje bi pêşveçûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir, ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye, ji ber wê divê her alî sûdê ji keşûhewaya erênî bibînin û li gor destûrê pêngavan bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bavêjin.

Herwiha got: Ji bo diyarkirina niyazpakiya me jî, di demeke nêzîk de û piştî cîgirbûna kabîneya nû serdana Bexdayê dikin û hevkar û hevhelwestê wan hêzan dibin, ku xwazyarên aramî û pêşveçûna Iraq û Herêma Kurdistanê ne.

Di dawiyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, hevkarî û piştevaniya welatiyên Kurdistanê xwast, ta bikarin bi hev re rûbirûyî girtan bibin û bernameya karê hikûmetê bo xizmeta gel û niştiman bikin.