Wezîrê derve yê Tirkiyê: Li gel Emerîka rêkkevtîn ku YPG ji deverê vekişe

Piştî kombûna Receb Teyîb Erdogan serok komarê Tirkiyê û şanda Emerîka ku ji Mayîk Pêns, Cêgirê serokê Emerîka û Mayîk Pomêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, Mewlûd Çawişoglo, di kongireyeke rojnamevanî de, tekez kir li gel Emerîkayê li ser yekparçeyî ya axa Suriyê rêkkevtîn.

K24- Hewlêr

Wezîrê Tirkiyê got: Tekez hat kirin li ser helpesartina operasyona Kanîya Aştîyê bo dema 120 demjimêran nekû ragirtina wê bi yekcarkî, ev tenê bo wê yekê ye da delîve hebe bo vekişandina hêzên Kurdî.

Xuya jî kir: Emerîka û Tirkiye li ser ewê yekê rêkkevtîne çekên giran ên hêzên Kurdî ji deverê bihên vekişandin û pêgehên wan bi temamî bêhên kavil kirin.

Got jî: Amanc ji wê rêkkevtinê bo ragehandina devera aram bi kurahîya 32 Km û dirêjahîya 444 Km heya digehe sinûrê Îraqê.

Wezîrê derveyê Tirkiyê amaje bi wê yekê da, li gel Emerîkayê li berngarbûna Daişê li rojhelata Firatê berdewam dibîn.