Cebilxane ya Heşda Şabî li Selaheddin teqiya

Cebilxaneyeke Heşda Şebî li Selahedîn teqiya ye û hinek çavkanî amaje dikin ku êrîşek li ser hatiye kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cebilxaneyeke Heşda Şebî li Selahedîn teqiya ye û hinek çavkanî amaje dikin ku êrîşek li ser hatiye kirin.

Çavkaniyên Îraqî ragihandine, ku ji encama bombebaraneke nediyar li ser cebilxaneyeke Heşda Şebî li nêzîkî firokxaneya Beled li parêzgeha Selahedîn agir pê ketiye û nayê zanîn, ku ew agir ji çi ye, lê grûbên Heşda Şebî belav kirin, ku ji encama lêdana firokeyeke bê firokvan e.

Çavkaniyekê amaje bi wê yekê kiriye, ku heta niha sedema rasteqîne nediyar e, û ti kes nizane, ku tenê yek êrîş e yan zêdetirî êrîşekê ye.

 

 

 

C.B