Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Rojavayê Kurdistanê guftûgo kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Sûriyê û dawî pêşhatên siyasî û meydanî û rola welatên herêmê û navdewletî di rewşa Sûriyê de hatin guftûgokirin.
Her di vê hevdîtinê de, her du aliyan nîgeraniya xwe ji hebûna hewla guhartina demokgrafiya Rojavayê Kurdistanê û azar û koçberkirina welatiyên Kurd ji aliyên çekdarên tundrew ve nîşan dan.
Girêdayî bi dahatûya Sûriyê, nexşerêyeke aliyên Kurdî bo rûbirûbûna rikberiyan û misogerkirina mafên siyasî yên gelê Kurd, Serok Barzanî şîretên pêwîst ji şanda mêvan re pêşkêş kirin.
S. B