Daişê dû endamên polîsa Fedralî li Kerkûkê kuştin

Şane ya ragehandina ewlekarîya Îraqê, evro Yekşembîyê, 15/12/2019 ragehand, dû endamên polîsa fedralîya Îraqê li bajarê Kerkûkê ji alîyê çekdarên Daişê ve hatîne kuştin.

K24- Hewlêr

Şane ya ragehandina ewlekarîya Îraqê, evro Yekşembîyê, 15/12/2019 ragehand, dû endamên polîsa fedralîya Îraqê li bajarê Kerkûkê ji alîyê çekdarên Daişê ve hatîne kuştin.

 Di daxuyanîyekîê de, şaneya ragehandina ewlekarîyê amaje bi wê yekê kirîye, li dol a Zexîtun li başûrê Rîyad li Kerkûkê, çekdarên Daişê hêrişî otombîleke xorak a ser bi firqe ya alavên polîsa fedral kirîne û rewşa xiraba seqayê veqoztine û dû polîsên fedrala Îraqê kuştin e.

Şane ya ragehandina ewlekarîyê aşkera jî kirîye, ew hêriş bi çekên sivik hatîye encamdan û di serencam dû polîsên fedral hatîne kuştin.

Tim li deverên cudayên Îraqê çekdar û şaneyên nivistîyên Daişê li Îraqê karê teroristî encam didin û hêrişan dikin ser endamên hêzên ewlekarîyê û xelkê sivîl li wan deveran , nemaze jî, ew deverên ke berê li jêr kontirola rêkxistîyên tundrew bûn.