Tirkiye hêzê ber bi sînorê Îdlibê ve dişîne
K24 – navenda Nûçeyan
Piştî rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê, Tirkiye zêdetir hêzê ber bi sînorê Îdlibê ve dişîne.
Artêşa Tirk îro jî gelek otombêl, hêz û alavên leşkerî û tank bo Îdlibê şandin. Hêzên hatine şandin gehîştin Hatayê.
Veguhestina hêz û alavên leşkerî di bin ewlekariya berfireh de tê kirin. Hat ragehandin, hêzên hatine şandin li ser sînorê Îdlibê û hinek jî di nava Îdlibê de wê werin bicîhkirin.
Li aliyê din, digel hêzên leşkerî yên Tirkiye sînorê Îdlibê bi betonan jî xurtir dike. blokên beton yên bi 4 metre bilindahî û 12 ton giranî jî li ser sînor tê danîn.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî li Sochi civînek derbarê rewşa Idlibê lidar xistin û tê de li ser pêkanîna navçeyeke bê çek li Idlibê lihev kirin.
S. B