Xurmatû.. bi egera metirsîyên vegerana Daişê, bi dehan gundên Kurdan hatîne çolkirin

Bi egera bizav, gefên û metirsîyên vegeran çekdarên Daoişê li deverên Kurdistanîyên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê bi dehan gûndên Kurdan hatîne çolkirin.

K24- Kifirî

Bi egera bizav, gefên û metirsîyên vegeran çekdarên Daoişê li deverên Kurdistanîyên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê bi dehan gûndên Kurdan hatîne çolkirin.

Bi armanca paraztina canê hevwelatîyan û ji navbirina hewlên Daişê  ji vegeranê, Hêzên Pêşmergen yên Kurdistanê bi hevahengî li gel hêzên asmanîyên Hevpeymanên Nêvdewletî li zincîre çîya û gundên devera Dawde di navbera Kifrî û Xurmatû de bi hûrî çavdêrîya bizavên çekdarên Daişê  dikin û carna jî operasyonan encamp didin.

Piştî bûrên 16yê Oktoberê, paşmayên Daişê, ku bi navên Hêza Ala ya Sipê xwe didin nasîn, li zincîre çîyayên di navbera Kifrî û Dûz Xurmatû de li gundên devera Dawide xwe vedişêrin û careka dî ji alîyê serbazî ve xwe rêk dixin, nemaze hebûna valahîya ewlehîyê di navbera supayê Îraqê û Hêza Pêşmerge baştirîn derfet bo wan amade kirîye daku li wan deveran careke din li wan devera xwe rêk bixin.