Yekîtiya Ewropa 345 milyon Euro ji koçberên Sûrî re terxan dike

Yekîtiya Ewropa bi birê 345 milyon Dolar alîkariyên mirovî ji penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ne re terxan kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropa bi birê 345 milyon Dolar alîkariyên mirovî ji penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ne re terxan kiriye.

Roja duyem a Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê berdewam e û di çarçova gotarekê de Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen ragihand, di bernameya Yekîtiya Ewropa ya sala 2020an de biryar hatiye dayîn 900 Milyon Euro alîkariyên mirovî bo penaberên cîhanê bê terxankirin.

Ursula von der Leyen diyar kir, ji wê birê pereyan, beşeke mezin ji penaberên Rojhilata Navîn re dibe û birê 345 milyon Dolar ji bo penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ne, hatiye terxankirin.

Korbenda Aboriya Cîhanê salane li bajarê Davosa Siwêsrayê birêve diçe û îsal jî şandeke Kurdî bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê de beşdar e. Şandê jî hejmarek hevdîtin bi serkirdeyên cîhanê re kirine û biryare çend hevdîtinên din encam bide.

 

S. B