Jeffrey: demek destnîşankirî ji bo vekşandina Hêzên Amerika ji Sûriye nîn e

Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê ragihand, tu demek a destnîşankirî ji bo vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê ragihand, tu demek a destnîşankirî ji bo vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê nîn e.

 Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, divê welatên, ku welatiyên wan çekdarên DAIŞê bûn û niha li cem HSD girtî ne, li cem xwe wan dadgeh bikin û berpirsyariya ji nû perwerdekirina wan jî, hilbigrin. 

Amaje bi wê yekê jî kir, ku ew guman dikin, di navbeyna 15 heta 20 hezar alîgirên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê hene, ku wekî şanayên nivistî ne. Jeffrey got jî, heta niha tu sînorek demî ji bo vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê nîn e.

 

 

 

C.B