Sûriye: Tirkiye bi avakirina dîwarekî, Efrînê ji navçeyên din dibire

Ajansa fermî ya Sûriyê radighîne, Tirkiye bi dîwarekî çimento dixwaze Efrînê ji navçeyên din yên Helebê cuda bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Sûriyê radighîne, Tirkiye bi dîwarekî çimento dixwaze Efrînê ji navçeyên din yên Helebê cuda bike.

Ajansa fermî ya Sûriyê ya nûçeyan SANA radighîne, ev dema çend hefteyan e Artêşa Tirkiyê dest bi herifandina mal û milkên welatiyên Efrînê û avakirina dîwarekî ji Miryemîn ji bakûr, heta gundê Kîmar ê başûr û heta gundê Cilbir ê başurê rojavayê Efrînê kiriye, da ku Efrînê ji navçeyên din yên bakûrê Helebê veqetîne.

Ajansa fermî ya Sûriyê diyar jî kiriye, Artêşa Tirkiyê 564 km dîwar liser sînorê xwe bi Sûriyê re ava kiriye, û heta temamkirina dîwarê li Efrînê, dê bibe 711 km.

Di 18ê Adar a sala 2017an de, Artêşa Tirkiyê bi alîkariya çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê dest danîn ser devera Efrînê û ji wê demê heta niha, bi sedan binpêkirin li dijî xelkê wê deverê encam dan e.

 

 

 

C.B