Kongirêsa Emerîkayê dû daxwazîyan ji Îraqê dike

Kongirêsa Emerîkayê daxwaz ji Îraqê dike, sizaya hemû wan kesan bide ku hêzê li beranber xwenîşanderan bikar dihînin.

 

K24-Hewlêr

Kongirêsa Emerîkayê daxwaz ji Îraqê dike, sizaya hemû wan kesan bide ku hêzê li beranber xwenîşanderan bikar dihînin.

Îlot Êngl, serokê komîteya peywendîyên derve di kongirêsa Emerîkayê de, di ragehandineke hevpişik de li gel kongirêsmanê komarî, Maykil Makol, daxwaz ji hikumeta Îraqê dikin, canê xwenîşanderan û rojnamevanan bihên paraztin û sizaya wan kesan jî bide ewên hêzê dijî xwenîşanderan bikar dihînin.

 Wan herdû kongirêsmanan jî daxwaz kirîne, hikumeta Îraqê bizûtirîn dem xîça Internêt vegerîne.

Li gor raporta Îndîpêndit a Erebî, bi sedema ragirtina xîça Internêtê di meha burî de zêdetir ji 1.5 milyar dolar zîyan gehaye kompanîyayên taybet.