Navê Teyîb Cebar bo posta parêzgarê Kerkûkê dixin dengdanê
K24- Kerkûk
Di rojên dahatî de lîsta Birayetî di Civata Parêzgeha Kerkûkê de dicive û navê kandîd Teyîb Cebar dixin dengdanê.
Li gor zanyarîyên Kurdistan24, şandeke di navbera Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê hatîye pêkanîn bo danûstandinan li geê alîyên din, daku parêzgarê Kerkûkê cihê rezmandîya hemû pêkhateyan be.
Alîyên Turkuman jî dixwazin ew post bo Turkumanan be û qebûl nakin Kurdek bibe parêzgarê bajêrî.