Seroka wezîrên Birîtanîyayê dest vekişand ji kar

Di kongireyeka rojnamevanî de, Tirêza May destvekişana xwe ji kar ragehand û biryare 7ê Xizîrana dahatî bi fermî posta xwe bihêle.

K24- Hewlêr

Di kongireyeka rojnamevanî de, Tirêza May destvekişana xwe ji kar ragehand û biryare 7ê Xizîrana dahatî bi fermî posta xwe bihêle.

Destvekişana May bi egera wê yekê bû şikest anî ji cûdabûnê ji Yekêtîya Ewrûpayê, herçende piranîya xelkê Birîtanyayê di rifrandomekê de deng bi cudabûnê dabûn.

Tirêza May berevanî ji sîyasetên xwe kir û bi karek durist dazanîn. Daxwaz ji serok wezîrê dahatî kir berdewamîyê bide armancên wê.

Di dawîya axtinên xwe de May bi girîn ve ragehand, ku ew hez ji welatê xwe dike û bi van nêzîkan jî erkên wê bi dawî dihên.