DAIŞ ber bi bidawîbûnê ve diçe

Nûçegîhanê Kurdistan 24 li Baxozê ragihand, îro çekdarên DAIŞê êrîşî Hêzên Sûriya Demokrat HSD kirin. HSD êrîşa wan têkşikand û hejmarek çekdarên DAIŞ hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedan çekdarên DAIŞê digel malbatên xwe, xwe radestî HSD kirin.

Nûçegîhanê Kurdistan 24 li Baxozê ragihand, îro çekdarên DAIŞê êrîşî Hêzên Sûriya Demokrat HSD kirin. HSD êrîşa wan têkşikand û hejmarek çekdarên DAIŞ hatin kuştin.

Ji aliyek din ve, serkirdeyê HSD Ednan Efrînî ji Ajansa Reusters re ragehand, bi sedan çekdarên DAIŞê digel malbatên xwe, ku piraniya wan biyanî ne, xwe radestî hêzên wan kirin e.

HSDê ragehand jî, di demê yek heftiyê de 112 çekdarên DAÎŞê li Baxozê hatine kuştin.

Beriya niha jî, HSD ragihandibû, îro wan 15 çekdarên DAIŞê li Baxozê kuştin e.

Herweha bi sedema tundiya şer li bajarokê Baxozê rojane çekdarên DAIŞê digel malbatên xwe derdikevin û xwe digihînin deverên di bin kontrola HSD de. Dinav wan kesên, ku ji Baxozê derdikevin bi sedan welatiyên biyanî hene. Ew welatiyên biyanî yên dinav DAIŞê de dixwazin vegerin welatên xwe, lê welatên wan vê yekê red dikin.

 

 

C.B