PDK û YNK nêzîk bûne ji rêkkevtin a Dawîyê
K24- Hewlêr
Berpirs ên Partî ya Dîmûkrtaî ya Kurdistanê (PDK) û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)bi encam ên kombûnê geşbînin.
Rêbaz Bêrkotî, kadir ê pêşkevtî yê YNKyê ragehand: PDK û YNK nêzîk bûne ji rêkkevtin a dawîyê û seqa ya kombûnan disaxlemin.
Biryare roj a 27ê ev mehê şand a herdû alîyan li Dûkanê carek a din kom bibin.
Rêbaz Bêrkotî got jî: Divê Em demê li berçavan bigrîn û nekevîn ber glî û gazinde yên xelkê. Divê hevsengîyek hebe, YNK bi maf ê xwe dizane ku hevsengîyek hebe.
PDK û YNK di kombûn a dawîyê de rêkkevtibûn ku di evê heftîyê de perleman a Kurdistanê ti rûniştinan encam nede; daku ew pêşveçûn ên heya niha di kombûn ên herdû alyan de heye berhemdar be.
Her li ser evê pirsê Weysî Seîd Weysê, endam ê perleman a Kurdistanê li firakisyon a PDKyê ragehand: Ûmêdek mezin heye ku herdû alî bikgehin rêkkevtinê.
Got jî: bêgûman heftî ya dahatî, dema kombûn a perlemanê dê bihê dîyarîkirin.
Endam ên şand a danûstakar ên PDKyê û YNKyê biryar dane heya dawî ya kombûn a Çarşemî ya dahatî ti axivtinan nekin, wek ew dibijin daku rîsê wan carek a din nebe hûrî. Lew heya wê demê dê xwe axivtin û dîdar ên rojnamevanî dûr bixin.