Bi vîdyo teqîna Ezazê bibîne

Encûmena Xwecihî ya bajarê Ezazê: di encama teqînekê de li wêstgeheke Benzînê li navçeya pîşesaziyê li bajarê Ezazê 5 kes hatin kuştin û 21 kesên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Encûmena Xwecihî ya bajarê Ezazê ragihand, ku di encama teqînekê de li wêstgeheke Benzînê li navçeya pîşesaziyê li bajarê Ezazê 5 kes hatin kuştin û 21 kesên din birîndar bûn.

Li gorî Encûmena Xwecihî, sedema teqînê nehatiye zanîn, lê lêkolîn di vê derbarê de berdewam in.

Di destpêka meha derbasbûyî de jî, teqînek li beramberî Ofîsa wê Encûmenê çêbû û di encamê de, kesekî canê xwe jidest da û 11 din birîndar bûn.

Wê demê Encûmenê berpirsatiya teqîn xistibû stiwê girûpeke ser bi Artêşa Azad ve, ku li dijî Encûmena Ezazê kar dike.

Bajarê Ezazê dikeve bakurê rojavayê Helebê û di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad de ye.

N.O