Mesrûr Barzanî: Amajeyên Erênî ji Bexdayê ve gehiştîne me bo çaresekirina arîşeyan li ser binmeya Desturê
K24- Hewlêr
Evro Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Mêcer Ceneral Îrîk Hîl, fermandeyê hêza operasyobên taybet a hêzên Hevpeymanan li Îraq û Suriyê kir.
Di dîdarê de, serokê hikumetê amaje bi wê yekê kir, ku hêj Daiş li çend deverên Îraqê gefeke mezine bo ser asayîşa xelkê û astenge li pêş vegerana awareyan bo devrên xwe.
Got jî: Hevahengîya baş di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Îraqî de heye bo rûbirûbûna gefên Daişê.
Derbarê danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de jî, serokê hikumetê xuya kir û got: Amajeyên erênî ji Bexdayê ve gihiştîne me bo çareserkirina arêşeyan li ser binemaya destûrê.
Fermandeya hêza opersyonên taybet a hêzên Hevpeymanan jî, xweşhalîya xwe beraneber bi wê hevahengîyê di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqî derbirî û amdeyî ya xwe jî nîşan da bo pêşkeşkirina her hevkarîyeke pêwîst.