Çawîşoglû: Ewên xirab sûd ji dîrokê werdigirin tirsokin

Wezîrê derveyê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglû, rexne li biryara Civata Pîrên Emerîkayê girt derbarê îtirafkirinê bi komkujîya Ermenîyan li sala 1915yê.

K24- Hewlêr

Wezîrê derveyê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglû, rexne li biryara Civata Pîrên Emerîkayê girt derbarê îtirafkirinê bi komkujîya Ermenîyan li sala 1915yê.

Di tora civakî ya Tiwîterê de, Çawîşoglû, nivîsîye: Ew biryara Civata Pîrên Emerîkayê ti tişt nîne ji bilî şanogerîyekê, ji alîyê yasayî ve ti pabendbûna wê nîne û ti hêzeke yasayî jî nîne.

 Herweha nivîsîye, ewên dixwazin xirab mifayê ji dîrokê wergirin bo armancên sîyasî, xelkên tirsokin û di rûbirûbûna rasterast ditirsin.

Bi sedema kirrîna sîstema bervanîya mûşekî ya S400 a Rûsiyayî ji alîyê Tirkiyê ve, Emerîkayê guşara sîyasî, diplomasî û abûrî xistîye ser Tirkiye.