Biryara darvekirinê li kujerê Dilîna 10 salî hat birîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro 25ê Hezîrana 2019an, dadgehkirina kujerê keça 10 salî Dilîn li Duhokê birêve çû û Dadgeha Tawanan sizaya bidarvekirinê li ser kujer birî.
Dilîna 10 salî roja duyem a Cejna Remezanê li nava bajarê Duhokê winda bû û piştî 3 rojan ji windabûnê, roja 8ê vê mehê termê wê di nava çemekî Duhokê de hat dîtin.
Hêzên polîs û asayişê di demek kurt de kujerê Dilînê girtibûn û radestî dadgehê kiribûn.
Bavê Dilînê ji K24ê re ragihand, spasiya hemû hemû aliyên ku di doza Dilînê de hevxem bûn û hêvîdar im biryara dadgehê bê bicihkrin.
Amaje bi wê jî da, Serok Barzanî pêwendî bi min re kir û hevxemiya derbirî û got: Dilîn keça min e û mafê Dilînê winda nabe.”
Parêzerê doza Dilînê ku wek xwebexş kar kiriye ragihand, tawanbar di destpêka lêkolînê de li tawana xwe mikur hat û li pêş dadgehê jî mikurhatina xwe dubare kir û tevahiya belgeyan jî tekezkirî bûn.
S. B