92 rêxistinên mafên mirovan: Artêşa Tirkiyê û çekdaran sûcên şer dikin

92 rêxistinên yasayî û mirovî û yên parastina mafên jinan, bang li bidawîkirina dagîrkeriya Tirkiyê, çareserkirina krîza Sûriyê û çespandina mafên netewî yên gelê Kurd di destûra Sûriyê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

92 rêxistinên yasayî û mirovî û yên parastina mafên jinan, bang li bidawîkirina dagîrkeriya Tirkiyê, çareserkirina krîza Sûriyê û çespandina mafên netewî yên gelê Kurd di destûra Sûriyê de dikin.

Li bajarê Qamişlo û bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, 92 rêxistinên yasayî û mirovî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat, “Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi cidî û lez çareseriyeke siyasî ya aştiyane ji krîza Sûriyê re deyne û xwînrijandin û wêrankirinê rawestîne.”

Herwiha di daxuyaniya xwe daxwaz kir, tevahî kiryarên tundî, kuştin û xwînrijandina li kolanên Sûriyê bi giştî û bi taybet jî li herêmên Kurdan rawestînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye destekê dide wan, binpêkirinên mafên mirovan li Bakurê Sûriyê dikin û ew sûc dikevin nava sûcên qirkirina komî û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê.

Her wiha hat gotin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êrişên berfireh ji kuştin, hilweşandina malan, talankirina berhemên çandiniyê dikin û di encama wê de bi sed hezaran sivîl koçber bûne. Herwiha Tirkmen û penaberên Sûrî yên navçeyên din li herêmê bicih dikin û dest bi guhartina demografî li herêmê dikin.

92 rêxistinên yasayî û mirovî dibêjin: Divê nirxên mafên mirovan, welatî, demokrasî û lêborînê bên bilindkirin û di serî de jî mafên baweriyan çi ol, çi jî ji bilî wê dibe. Her wiha jî divê mafên nêrîn û axaftinê, rêxistina sendîqe, kombûna aştî û pirrengiya siyasî, bên parastin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: Doza Kurd li Sûriyê, doza nîştimanî û demokratîk a yekane ye. Divê piştevaniya kedên ji bo dîtina çareyeke demokratîk û dadperwerane bê dçtin û divê mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûrê de bêne çespandin.

 

S. B