Ereb malên Kurdan li gundekî Kerkûkê dagîr dikin

Careke din Erebên hatine Kerkûkê bi piştevaniya hêzên Iraqî vegeriyan ser gundê Pelikanê yê navçeya Sergeran a Kerkûkê û malên Kurdan dagîr dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Careke din Erebên hatine Kerkûkê bi piştevaniya hêzên Iraqî vegeriyan ser gundê Pelikanê yê navçeya Sergeran a Kerkûkê û malên Kurdan dagîr dikin.

Welatiyekî gundê Pelikanê bi riya telefonê ji K24ê re got: Niha malên wan ji aliyê Erebên ku hatine navçê tên dagîrkirin û hêzên piştevaniya hatina Ereban dikin, hejmarek mezin ji xelkê gund desteser kirine.

Wî jêderî ku bixwe jî hatiye girtin da zanîn, hêzek leşkerî bi cilê “Mexawîr” bi Ereban re hatin û ew girtine û ew niha nizanin dê wan bibin kû derê.

Li gor zanyariyên K24ê, îro zêdetir ji 200 Ereban bi çek û bi 50 otomîlan hatine bi ser gundê Pelikanê de girtine û bi piştevaniya hêzên Iraqî hewla dagîrkirina zeviyên cotkarên Kurd û xaniyên wan didin.

Bînerekî din ji nava gundê Pelikanê ji K24ê re got: Her kesek li nava gundê çûnûhatinê bike, ji aliyê wê hêzên ve tê desteserkirin. Got jî: Tevî wê rewşê jî, ew dest ji xaka xwe bernadin.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Liqê 23 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Kurmanc Abdulla ji K24ê re ragihand, zêdetir ji 16 gundên Kuran di bin gefa erebkirinê de ne Erebên hatine navçê malên Kurdan dagîr dikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û radestkirina bajarê Kerkûkê bi rêkeftineke jêrbijêr ji aliyê çend berpirsên naskirî, hilmeta erebkirina gundên Kurdan li navçeya Sergeranê û hin deverên din ên Kerkûkê tê kirin.

 

 

S. B