2 Hezar Çekdarên Opozisyona Sûriye, bi rêya Tirkiyê gihiştine Lîbyayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî eşkere dike, 260 çekdarên din ên Sûrî gihiştin e Lîbyayê û hejmara wan ya giştî jî, bû ye 2 hezar çekdar li wî welatî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, ku tenê îro 260 çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi rêya Tirkiyê gihiştin e Terablus a paytexta Lîbyayê, da ku li kêleka hikûmeta Wîfaq a wî welatî, şerê Artêşa Niştîmanî bi serkirdayetiya Xelîfa Hefter bikin.
Rewangehê eşkere jî kiriye, ku tevî hejmara îro, hejmara giştî ya çekdarên Opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê gihiştiye 2 hezar çekdaran.
C.B