Suleyman Soylu: Hilbijartin ne dadgeha hikûqê ye û tawanbaran bêtawan nake

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derbarê destdanîn a ser şaredariyên HDP de radigihîne: Hilbijartin ne dadgeha hikûqê ye û tawanbaran bêtawan nake.

K24- Hewlêr

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derbarê destdanîn a ser şaredariyên HDP de radigihîne: Hilbijartin ne dadgeha hikûqê ye û tawanbaran bêtawan nake.

Suleyman Soylu tekez dike: PKK alîkarî ji şaredariyan werdigre û ew nikarin bêdeng bimîn in. Hilbijartin girîng in, lê ne dadgehên hikûqê ne. Kesek tawan kiribe, bi serkeftina hilbijartinê bêtawan nabe.

 Suleyman Soylu, wezîrê navxweyî yê Tirkiyê got:Hilbijartin dadgeha hikûqê niye. Ger we tawanek kiribe, beşdarbûna hilbijartinê we bêtawan nake. Têgeheke hikûqê ya bi vî rengî niye. Sindok û hilbijartin cûda ye, dadgeh û yasa cûda ne.

Herweha got: PKK alîkarî ji şaredariyan wedigre û em neçarin dijî şaredariyan gavan bavêjin. 3 şaredarên HDPyê ev 3 roj in derneketin û negotin bêbextî li me hatiye kirin û çi pêwendiya me bi PKKyê re niye. Heta niha negotin em dijî PKKyê ne.