Îsrayîlê mala fermandarê giştî yê Seraya Elqudis li Dîmeşqê kire armanc û serkirdeyeke wan kuşt

Îsrayîlê mala fermandarê giştî yê Seraya Elqudis li Dîmeşqê kire armanc û di encamê de Mûaz Elicûrî, serkirde di wê rêxistinê de hat kuştin.

K24- Hewlêr

Îsrayîlê mala fermandarê giştî yê Seraya Elqudis li Dîmeşqê kire armanc û di encamê de Mûaz Elicûrî, serkirde di wê rêxistinê de hat kuştin.

Ajansa SANA ya fermîya hikumeta Sûriyê belav kirîye, ku serê sipêdeya evro, êrîşeke muşekî hatîye kirin bo ser avahîyekê li taxa Mezê, li nêzîk balyozxane ya Lubnanê li Dîmeqê û ji encama wê êrişa mûşekî dû kes hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Herweha SANA belavkirîye, ku berî wê êrîşê artêşa Sûriyê êrîşeke din a mûşekî li Asmanê bajrokê Dareya têkişikand.

Mêdya Erebî jî belavkirîye, ku êrîyşa hatî kirin, ji alîyê Îsrayîlê ve bûye û mala serkirdeyê giştî yê Seraya Elqudis, Ekrem Elicurî li Dîmeşqê kirîye armanc û di encam de kurê wî  Mu'az Elicurî hatîye kuştin.