Ne mimkine Tirkiye operasyoneke yekalî bibe ser Rojhilatê Feratê

Geşadanên li Sûriyê ser avakina navçeya aram didom in. Piştî pêkanîna yekem ger a bejahî a hevbeş ya di navbeyna Tirkiye û Emerîkayê de Serokkomarê Tirkiyê carek din sînyala operasyonek ser Rojhilatê Çemê Feratê da. Herwiha rayêdarên HSDê jî ragihandibûn, ku ger rêkeftina di navbera Tirkiye û Emerîkayê de, a ser navçeya aram hilweşe ew dê bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re rêk bikevin. Pispor jî dibêjin, ev plan a HSDê bo wê rîsk e û Tirkiye jî, nikare tevî hebûna Emerîkayê operasyoneke bike.

K24- Enqere

Geşadanên li Sûriyê ser avakina navçeya aram didom in. Piştî pêkanîna yekem ger a bejahî a hevbeş ya di navbeyna Tirkiye û Emerîkayê de Serokkomarê Tirkiyê carek din sînyala operasyonek ser Rojhilatê Çemê Feratê da. Herwiha rayêdarên HSDê jî ragihandibûn, ku ger rêkeftina di navbera Tirkiye û Emerîkayê de, a ser navçeya aram hilweşe ew dê bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re rêk bikevin. Pispor jî dibêjin, ev plan a HSDê bo wê rîsk e û Tirkiye jî, nikare tevî hebûna Emerîkayê operasyoneke bike.

Karvedanên daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê navçeya aram de didomin. Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand bû ku Emerîka ne bo wan bo HSD/YPGê navçeya arama pêk tîne ger heta dawiya îlonê ev herêm neyê damezrandin dê Tirkiye plana xwe ya ser Rojhilatê Çemê Feratê karîger bike. Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çawisoglu got ku gavên ku Emerîka derbarê navçeya aram de diavêje ne zelal in û di serî de wekî Minbîcê, Emerîka ji ber têkiliya bi HSDê re sozên xwe yên hember Tirkiyeyê negirtine. Niha jî pirsa egera operasyoneke yekalî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ser Çemê Feratê tê nîqaşkirin.

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Uzgel jî dibêje ji ber şert û mercên niha ne mimkine ku Tirkiye operasyonekî yekalî bibe ser Rojhilatê Feratê.

Prof. Dr. Îlhan Uzgel, pisporê Rojhilata Navîn, got: "Tirkiye li ser mijara Sûriyeyê di warê aborî û stratejiyê de di heyameke tengav de ye. Ev nêzî salek û nîvê ku gotina operasyoneke ser Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ev yek pêk nehat, îxtimal û derfetên operasyonekî wisa jî gelekî kêm e. Belê hêza Tirkiyeyê ya leşkeri heye ku operasyonekê bike lê nikarê tevî hebûna Emerîkayê bi tena serê xwe operasyonekê bike. Tirkiye bilevkirina operasyonekê jî dixwazê rayagiştî mijûl bike, zextê li Emerîkayê bike û rêyên bazarê veke."

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî beriya niha ragihandibû ku ev digel rêkeftina Tirkiye û Emerîkayê ne lê ger ev rêkeftina ser navçeya aram hilweşe û hêzên Emerîkî ji sûriyê vekişin, wê demê de ew jî bi Rûsya û rejîma Sûriyeyê re rêk bikevin.

Pispor Oytun Orhan jî derbarê van daxuyaniyan de amaje dike ger tiştekî wisa bibe nêzîkahiya bi rejîma Sûriye û Rûsya re bo YPGê risk e.

Oytun Orhan, pisporê têkiliyên navneteweyî, dibêje: " Di egera hilweşdina rêkeftina ser navçeya aram de nêzîkahiya YPGê ya bi rejîma Sûriye û Rûsyayê re risk e. Çimkî rejîma Sûriyeyê jî li van herêman hember damezrandina federalizm e ye. Rejîm dê naxwaze ku YPG hêza xwe ya leşkerî li van herêman biparêze û li dij vê yekê ye. Ev

daxuyanî peyam in bo Emerîkayê. Yanî YPG dibêje ger tu bi Tirkiye re li hev bike û helwestên min paşguh bixe alternatîfên min jî hene."

Di 5 û 7ê Tebaxê de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo ku devereke aram li rojhelatê çemê feratê bê avakirin rêkeftinek hate karîgerkirin. Di vê çarçoveyê de jî 12ê Tebaxê li Rihaya bakûrê Kurdistanê Navenda Kordînasyonê a hevbeş hat damezrandin. Piştî vê yekê ligel 3 gerên esmanî yên hevbeş, di 8ê Îlonê de yekem gera bejahî a hevbeş di navbera herêmên Girêspî û Serekaniyê de pêk anîbûn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f30ff600-c82d-497d-b05f-745a580d796d/091019YVS.ism/manifest