Serokê Emerîka bersiva Îranê dide

Donald Tiramp, serokê Emerîka, bersiva tuhmetên Îranê dide û dibêje: Girtina sîxurên Emerîkayê ji alîyê Îranê ve ne raste.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîka, bersiva tuhmetên Îranê dide û dibêje: Girtina sîxurên Emerîkayê ji alîyê Îranê ve ne raste.

 Di Tiwîtekê de, Tiramp gotîye: Ew nûçe Tehranê belavkirîye li ser girtina sixurên dezgeha hewalgirîya Emerîkayê (CIA) ji alîyê komara Îsalamîya Îranê ve, ne duriste û ti binemayeke rastîyê nîne.

Serokê Emerîkayê, tekez dike ku abûrîya Îranê ber bi heriftinê diçe rewşa wî welatî roj bi roj xirabtir dike.

Tiramp amaje bi wê yekê jî dike, ku niha Îran di rewşek xirab de ye, ew bi xwe jî nizane çi dike, lew niha tuhemetan û pirupagindeyan durist dike.

Ev axivtinên Tirmap piştî wê yekê hat, evro Îranê ragehand ku welatê wan, toreka sixurîya ser bi Dezageha Hewalgirîya Emerîkayê, CIA, girtine û hinek ji wan sîxuran siza ya sêdaredanê bo wan derkevtîye.

Wezîrê Îtlaat a Îranê ragehand, di çend mehên burî de, wan hejmareke sixuran girtine ku di bwarên abûrî, Etomî, Serbazî û elikitronî sîxurî li ser Îranê kirine.

Xuya jî kir ku pişkek ji wan sîxuran sizaya sêdaredanê ji wan re derkevtîye, lê hejmara wan kesan aşkere nekir.

Hejmara wan sîxuran17 kesin û aşkerakirina zaniyarîyan li ser evê yekê di demekê de ye ku peywendîyên Emerîka û Birîtanayê li gel Îranê gelek giri bûye bi egera destserdagiritina Îranê bi ser keştîyek Birîtanîyayî de.