Serdozgeriya Komarê: Demîrtaş ne ji ber dozên niha hatiye girtin

Serdozgeriya Komarê ya Enqeyê radigihîne, gotinên wekî Hevserokên berê yê HDPyê ji ber dozên xwe yên niha berdewam in hatine zindanîkirin, ne rast in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Enqeyê radigihîne, gotinên wekî Hevserokên berê yê HDPyê ji ber dozên xwe yên niha berdewam in hatine zindanîkirin, ne rast in.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê eşkere kir, her du hevserokên berê yên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji ber tohmetên wekî kuştina mirovan, têkdana yekîtî û yekparebûna dewleta Tirkiyê, talan û binpêkirina azadiya mirovan hatine zîndanîkirin.

Amaje bi wê jî kir, lê Demîrtaş û Yûksekdag heta niha ji ber tohmetên avakirina rêxistineke çekdar a terorê û fîtkirina tawanê dihatin dadeghkirin û îdiayên wekî Hevserokên berê yê HDPyê ji ber dozên xwe yên niha berdewam in hatine zindanîkirin, ne rast in.

Berî niha 2 rojan Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîek cûda li dijî hevserokên berê yên HDPê dabû destpêkirin û biryara zindîkirina Demîrtaş û Yuksekdagê dabû.

Li ser vê biryarê jî Hevserokê HDPê Sezaî Temellî duhî gotibû:  Dosyên ku Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pê dihatin tawambar kirin û ceza xwerine, heman dosya carek din anîn rojevê û dîsa wek biryar berdewamiya girtina wan dan. Yanê ew jiber wan gotinên xwe hatin cezakirin. Herwiha ji bo biryara dadgeha Ewropa jî vala derbixin ev biryar dane.”

 

S. B