Merkel: Nabe penaberên Sûrî bê çavdêriya navdewletî vegerin bakurê Sûriyê

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel radigihîne, ne bi çavdêriya navdewletî be, nabe penaberên Sûrî vegerin bakurê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel radigihîne, ne bi çavdêriya navdewletî be, nabe penaberên Sûrî vegerin bakurê Sûriyê.

Li perawîza civînên NATOyê li Londonê, îro lûtkeyeke çaralî di navbera Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Serokê Fransayê Emmanuel Macrom, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan birêve çû û dosya Sûriyê û pêwendiyên bi Tirkiyê re hatin guftûgokirin.

Merkel di lûtkeyê de ragihand, di pirsa vegera penaberên Sûriyê de, divê gengeşeyên dirêj bêne kirin û tekez kir, “Nabe penaber vegerin bakurê Sûriyê, ne bi çavdêriya navdewletî be.

Herwiha Merkel rexne li operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê girt û got, divê hewl bê dayîn bo çareseriyeke siyasî bo Sûriyê were dîtin û destûreke nû bê danîn.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, hevnerînek baş derbarê vegera penaberên Sûrî di navbera her çara welatan de heye û divê çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin.

Ev yek di demekê ye, rayadarên Tirkiyê dibêjin, armanca wan ji avakirina “herêma ewle” li rojhilata Firatê ew e, 2 milyon penaberên Sûrî lê bicih bikin.

Her di vê derbarê de jî, îro Peyvdarê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê Îsmaîl Çataklî da xuyakirin niha 369 hezar û 690 penaberên Sûrî hatine vegerandin.

Herwiha Şêwirmenda Almanyayê amaje bi wê jî da, di lûtkeya çaralî de li wê hatiye tekezîkirin, ku divê şerê li dijî DAIŞê berdewam be.

 

S. B