10 leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkeran û birîndarbûna 8 leşkerên xwe li Başûr û Bakurê Kurdistanê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkeran û birîndarbûna 8 leşkerên xwe li Başûr û Bakurê Kurdistanê ragihand.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber şer û pevçûnên hêzên wan li dijî gerîlayên PKKê li çiyayê Xakurkê leşkerekî Tirk hat kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, di encama êrîşa gerîlayên PKKê li ser binkeyeke leşkerî li Bidlîsê Bakurê Kurdistanê de, leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî PKKê dest bi operasyoneke bejahî kiribû, roja 12 vê mehê jî qonaxa duyem a oprasyonan ragihandibû. Li gor hatiye ragihand, ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene.

 

S. B