Selahattîn Demirtaş nexweş ket

Parêzerên Selahattîn Demirtaş li ser Twîtterê ragihandin ku di 26ê Mijdarê de nexweş ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Selahattîn Demirtaş li ser Twîtterê ragihandin ku di 26ê Mijdarê de ji tengavbûna sînga wî û nekariye hilmê bistîne, hişê wî ji serê wî çûye û mudaxaleya yekem jî ji aliyê havalê wî Abdullah Zeydan ve hatiye kirin.

Li gorî parêzer dibêjin, piştî vê rûdanê ambulans hatiye û bi tenê EKG ya wî yanî fîlmê dilê wî hatiye kişandin. Parêzer dibêjin, Demirtaş di şûna serwîsa lezgîn ya nexweşxaneyê, daxwaza nexweşxaneya mezin kiriye.

Herwiha li gor agahyên parêzer didin, bijîşkê girtîgehê jî bo Demirtaş daxwaza sewkê kiriye, ji bo beşên Kardiyolojî, Norolojî û gastroenterelojiyê. Lê ev 7 roj di ser re derbas bûne, lê hîna jî Demirtaş bo nexweşxaneyê nehatiye vegûhêstin.

Parêzer dibêjin, veneguhêstina Demirtaş ya bo nexweşxaneyê, dide nîşan ku jiyana wî dibin rîskê de ye. Kesên ji vê yekê berpirsiyar nikarin ji bin vebalê vê yekê rabin.

Li ser vê bûyerê Navenda Giştî ya HDPê jî daxuyaniyek ragihand, xwest hikûmet û wezareta dadê derbarê bûyera Demirtaş de daxuyaniyê ragihîne. Herwiha Cîgirê Serokê Parlamentoaya Tirkiyê Mîthat Sancar û Serokê Koma HDPê ji bo rewşa Demirtaş ya tenduristiyê bizanibin ketin rê û çûn girtîhgeha Edirneyê.