Amerîka yekem gav li dijî Tirkiyê avêt
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka rawestandina rahênankirina firokvanên Tirkiyê li ser firokeya F-35 ragihand.
Di daxuyaniyeke Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) de hatiye, rahênankirina firokvanên Tirkiyê li ser firokeya F-35 li binkeya esmanî Arizona hat rawestandin.
Pentagon careke din Tirkiyê agahdar dike û dibêje: Rahênankirina firokvanên Tirkiyê destpê nake, heta Tirkiyê ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 bi paş ve venekişe.
Pentagon moleta heta 31ê Tîrmeha bê da Tirkiyê, ji bo dest ji kirîna mûşekên S-400 berde, heger na jî, sizayên darayî li ser Tirkiyê disepîne.
Li binkeya esmanî Arizona, 4 firokvanên Tirk li ser firokeyên F-35 dihatin perwerdekirin, ligel wan jî 2 firokvanên din wane didan, herwiha 20 karmendên Tirk jî li ser çakirina firokeyan dihatin perwerdekirin.
Tirkiye hewl dide 100 firokeyên F-35 ên Amerîkî bi nirxê 9 milyar Dolar bikire.
S. B