Abdulmehdî, Hewlêrê ji bo şandina petrolê stratejîk dibîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê radighîne giring e ligel Hewlêr û Enqere kar ji bo dîtina rêyên din ji bo şandina petrolê bikin.
Di çarçoveya konferansa xwe ya heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî eşkere kir, ku ew dê di van nêzîkan de şandek taybet, bo her yek ji Amerîka û Îranê bişîn in, bi mebesta giftûgo û normalkirna rewşê. Li aliyekî din, Adil Ebdulmehdî stratejiya welatê xwe, ji egera têkçûna rewşê eşkere kir, û ragihand, ger avtenga Hurmiz were girtin jî, rêyên wan yên din hene. Gelek giring e ligel herêma Kurdistanê û Tirkiyê hemahengî hebe ji bo dîtina rêyeke din, ji bo şandina petrolê.
C.B