Kurdistan24 dîmenên burdûmana evro ya devera Amêdîyê belav dike
K24- Hewlêr
Evro êvarî, firokeyên cengîyên Tirkiyê, gundê Sipîndarê, ser bi nahye ya Çemankê , li sinûrê qezaya Amêdyê bi mûşekekê kire armanc û di encam de 3 welatî birîndar bûn.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li wê deverê ragehand: demjimêr 6:18 êvrî ya evro, fieoke yên cengîyên tirkiyê otmbêleke Partî yên Karkerên Kurdistanê (PKK) bi mûşekekê kir armanc li sinûrê qeza ya Amêdîyê û di encam de sê welatî birîndarbûn.
Herweha got: Sê çekdarên PKKyê di nav otombêlê de bûne; lê dema dengên firokeyan bihistîne , xwe ji otombêlê havêjtine derve, lê bi egera nêzîkîyê ji cihê burdûmaê hemû birîndar bûne û bi birîndarî revîyane.
Ji bilî zîyanên canî, zîyana madî jî hebûye û bûye egera ji karkevtina tora eliktrîka gundî.
Xelkê deverê jî daxwaz ji PKK dikin ji deverên wan derkevin daku nebin behane bo zîyangehandinê bi xelkê bê gunah.