hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê bo avakirina herêma ewle destpêkirin

Ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê destpêkirin.

K24- Hewlêr

Ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê destpêkirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir. Berpirsên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê kom bûn û dest bi xebatên xwe yên hevbeş kirin. Hevdîtinên wan, dê di rojên pêş de jî, berdewam bin. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo kar û barên Suriyê James Jeffrey, duhî serdana Tirkiyê kiribû û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu re kom bû bû. Biryar dabûn, ku ji bo herêma ewle dest bi danûstandinan bikin.