Evro Pêderson li gel herdû wezîrên derve û berevanî yên Rûsiyê dê bicve

Evro şanderê navdewletî ji bo Sûriyê dê serdana Moskoyê bike û li gel herdû wezîrên, derve û berevanî, yên Rûsiyê dicve.

K24- Hewlêr

Evro şanderê navdewletî ji bo Sûriyê dê serdana Moskoyê bike û li gel herdû wezîrên, derve û berevanî, yên Rûsiyê dicve.

Peyivdara wezareta derve ya Rûsiyê raghand, Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiyê evro dê pêşwazîyê bike li şanderê navdewletî ji bo Sûriyê, Gêr Pêderson û herdu alî derbarê mjarên Sûriyê dê bicvin.

Li gor Marîya Zaxarova, herdû alî rewşa li ser erdê, pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî, vegerana penaberan dê behis bikin. Giringyê jî dê bidin birêveçûna karê komîteya destûr a Sûriyê.

Biryare, Pêderson li gel wezîrê bergirya Rûsiyê jî Sêrgî Şoygo bicve.