Komeleyên mafên mirovan li dijî biryara YSKê derdikevin

Komeleyên mafên mirovan li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin ev biryareke nehiqûqî û ne etîk e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakur biryara nedayîna pesendnameyê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê ya bo serokşaredarên HDP yên ku bi Biryarnameyên Di hikmê Qanûnê jikar hatibûn avêtin de nîqaş û nerazîbûn berdewam dikin. Komeleyên mafên mirovan li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin ev biryareke nehiqûqî û ne etîk e. Herwiha nûner û berpirsên komeleyan dibêjin divê li van deveran hilbiajrtin ji nû ve bêne kirin.

Li Tirkiye û Bakur tevî ku 15 roj zêdetir li ser hilbijartinan derbas bûbe jî nîqaş û gengeşiyên li ser encam û biryarên saziyên fermî hêj didomin. Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê YSK biryar da serok şaredarên HDPê ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de jikar hatine avêtin bo wan mazbata neyên dayîn û li dewsa wan pesendname bo namzedên rêza duyem ya Ak Partiyê bê dayîn. Ev mijar serî de ji aliyê HDPê û komeleyên mafên mirovan û hiqûqnasan ve rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Ozturk Turkdoganê serokê Komeleya Mafên Mirovan ya ÎHDê destnîşan dike ku Lijneya Hilbijartinê li gorî şert û mercên rewşa awarte û li gorî daxwaza desthilatê vê biryara sosret daye.

Serokê Komeleya ÎHDê Ozturk Turkdogan ji K24ê re got: "Serî de divê YSK proseya hilbijartinê bi giştî binirxîne. Yanê ji namzediyê heta mazbatayê hemûyan bi hev re binirxîne. Lê niha Lijne ji bo namzediyê krîterên cuda, piştî qezenckirinê jî krîterên cuda derdixe. Ev yek tê maneya xefikê. Ji loma jî biryara lijneyê biryareke derhiqûqî ye."

Fatma Bostan Unsala Sekreta Giştî ya Înîsîyatîfa Heq ku ew yek ji damezrînerên Ak Partiyê ye û di Îlona sala 2016an de bi KHKê ji wezîfeya xwe ya akademîsyenê hatiye îxrackirin dibêje, ev biryar bo îradeya dengdêran derbeyekî ye.

Fatma Bostan Unsal dibêje:"Li gel ku ev biryareke nehiqûqî ye, di heman demî de bêexlaqiyeke siyasî ye jî. Li vir 4-5 standard û hiqûqên cuda hene. Hiqûq ji bo Diyabekirê cuda, ji bo bajarên Rojava cuda tê sepandin. Hiqûqeke sabît nîne. Ecêb e kesên KHK'yî dikarin bibin parlamenter lê belê ew kes nikarin bibin serok şaredar."

Li aliyê din Komeleya Mazlum-Derê jî derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke belav kir û li dijî vê biryarê derket. Abdurrahman Unluyê serokê Şaxa Enqereyê dibêje, li vir bêhiqûqiyeke cidî heye û îradeya gel hatiye xespkirin, ji loma divê liv an deveran hilbijartin bêne nûkirin.

Abdurrahman Unlu wiha axivî: "Lijne pêşî destûr dide û dibêje bo hilbijartinê tu ehil î. Lê belê piştî ku tê hilbijartin jê re dibêje, tu nikarî bibî serok şaredar. Ev yek tê maneya xespkirinê. Partî nikare yekê din jî bixe dewsa wî. Divê lijne hilbijartinan jinûve bikira lê vê yekê nekir û mazbata da namzedê rêza duyem."

Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryar da ku li 6 navçeyên bakur namzedên serkeftî yên HDPê bi hinceta ku bi KHKê jikar hatine îxrackirin mazbata bo wan neyê dayîn, HDP bi "itiraza derasayî" serî li Lijneyê da ku liv an deveran hiolbijartin bê betalkirin û jinûve bê kirin. Lê belê Lijneya Bilind ji ber jimartina dengên Stenbolê hêj serlêdana HDPê nexistiye rojeva xwe.