Partiyên bakur: Sekna PKK li dijî îradeya gelê Kurdistanê ye!

Di vê pêvajoyê de xêrxwazên destkeftiyên Kurdan divê piştgiriya vê hikumeta demokratîk bikin û bang li PKKê tê kirin, ku ji tevgerên zirarê bide destkeftiyên Kurdan dûr bikeve

K24 – Diyarbekir

Hat ragihandin ku hêzek girêdayî PKKê li Başurê Kurdistanê komek çekdar a bi navê Hêzên Parastina Cewheriya Başurê Kurdistanê ava kiri ye. Di ragihandina avakirina hêza girêdayî PKKê de dijbertiya Hikumeta Başurê Kurdistanê jî tê kirin.

Li ser vê yekê jî bertekên nerazîbûnê ji partiyên Bakurê Kurdistanê hatin û partiyên siyasî balê dikêşin ku helwesta PKKê xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê dike. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî Yê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Henîfî Tûran dibêje ji xwe li Başurê Kurdistanê rêveberiyek rewa heye û hêza fermî jî Pêşmerge ye û divê li gorî van rastiyan gav werin avêtin.

Partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê hember gava PKKê ya avakirina hêzeke nu ya çekdar hişyarî didin ku dê pirsgirêkên herêmê kurtir bike û eger PKK bi rastî jî, aramî û parastina Başurê Kurdistanê dixwaze bila di nav mal û warên sivîlan de şer neke ku sivîl bibin hedef.

Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê Bayram Bozyel jî tîne zimên ku navnîşana çareseriya pirsgirêkên Başurê Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê ye.

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang dikin ku li Başurê Kurdistanê pêvajoya avakirina hikumeteke nû dimeşe ku xuya ye dê hikumeteke piralî û pirdengî ya bi hêz were avakirin. Di vê pêvajoyê de xêrxwazên destkeftiyên Kurdan divê piştgiriya vê hikumeta demokratîk bikin û bang li PKKê tê kirin, ku ji tevgerên zirarê bide destkeftiyên Kurdan dûr bikeve.

 

 

C.B