Tiramp gefan li Erdogan dike
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerêkayê, di kongirweyeke rojanamevanî de ragehand, wan li Suriyê şerê Daişê kirîye û şîyane Daişê bişkînin û pişkeke mezin ji çekdarên wan bigirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku li gel Kurd çavdêrîya girtîyên Daişê dikin ku xelkên gelek xirab têde di nav wan de hene û ev yek jî metirsîye, pêwîste ew çekdarên hanê bihên şandin bo welatên wan yên Ewrûpayê, wek Elmanîya, Firansa û Birîtanîyayê.
Derbarê operasyona Tirkiyê jî ku evro destpêkirîye , ragehand: li gel herdû alîyan (Tirkiya û HSDyê) li ser xetîn û divêt li gor berjewendîyan reftar bihêt kirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, divêt Erdogan xwe ji qurbanîkirina hevwelatîyan û xelkê sivîl bi dûr bixe, eger we neke, Em abûrîya wî dê herifînîn.
Ragehand jî heya niha qurbanê hene û pêwîste ev kar bi awayeke durist reftar li gel bihêt kirin.
Tekez jî kir, ew amadene ji sizayê mezintir bi ser Tirkiyê re bisepînin û xuya jî kir, bawerîya wî li gel Sînator Lîmdsî Giraham cudaye û ku be nerîna giraham divêt em li Suriyê vemînîn û got: Bîr û baweerîya min cudaye, ez li gel wê yekê me sizayên girantir bisepînîn, lê bo vemanê li Suriyê ez li gel wî ne hev nerînim.