Bi beşdariya şanda Hikûmeta Herêmê civînên salane yên NY dest pê dike

Îro 74emîn civîna salane ya Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî destpê dike û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 74emîn civîna salane ya Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî destpê dike û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar dibe.

Biryar e îro civîna salane ya Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî bi beşdarî serkirde û nûnerê 193 welatên endam di wê rêxistinê de li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî destpê dike û guhartina keşûhewa, pirsgirêka Îranê û bazirganiya navdewletî jî tewerên sereke yên civînan dibin.

Rêvebirê Protokolê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê jî Helgurd Saleyî ji K24ê re ragihand, di çarçova şanda Iraqê de Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civînên salane yên Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê de beşdar dibe.

 

S. B