Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berevaniyê li pêkvejiyanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiya gundê Sorya ya devera Zaxo peyamek belav kir û ji bilî şermezarkirina wê tawanê, berevanî li çespandina buhaya pêkvejiyana netewî û olî li Herêma Kurdistanê dike ji bo dadperwerî û yeksaniyê ji hemû welatiyan re.
Di peyamê de ku li malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat belavkirin, Mesrûr Barzanî dibêje, “Di salên şêstî yên sedsala bûrî rêjîma Beis yê gorkirî tawaneke mezin li gundê Sorya ya ser bi parêzgeha Duhokê encam da, ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl yên Mesîhî, Kildanî, Aşûrî, Siryanî û Misliman bûn qurbanî” Bi vê boneyê jî silav bo giyanê wan hemû şehîdên Kurdistanê şandiye.
Sala 1969an rêjîma Beis komkujiyek encam da û bi sedema nêzîkî 40 jin, peya û zarokên Mesîhî û Misilman şehîd bûn û zêdetir ji 20 kesan jî birîndar bûn.
S. B